{"product_id":"tu","title":"Tu","description":"Tu romana tenêtiyê; romana rojên êş, azarî û keserkûriyê ye. Digel vê yekê, romana rojên ku rê û rêçekê li ber nivîskariyê vedike. Di rojên weha de pencereyek, dermanek, çareyek û ronahiyek divê; ji wî kesê hêvîdar ê ku di nav tarî û qirêjiya girtîxanê de ye. Lehengê romana Tu, xwe berdide nav rehên dewlemendiya tarîx, çand, kultir, ziman û folklora kurdî û pê de dihere; dibe nêçîrvanê peyv û gotinên zimanê kurdî, pê nefesê digire û dide. Di nav vê jiyana girtîxana bedbîn û dijwar de kêzikek dibe hevalê wî. Bûyer û serpêhatiyên dihu yên zarokatî û çîroka dapîrê dibin dîmenên rengîn û pastoral ên romanê. Serborî û motîfên rojhilat, bi teknîkên edebî yên rojava tên hûnandin. Ziman, kultir, folklora gelêrî, mîmarî, serpêhatî û kevneşopiya kurdan a cografîk, wekî wêneyekî kevnare hatine raxistin li ber çavan di vê romanê de. Dema roman bi dawî dibe, tehma jan û keseran a bi hêviyeke xurt veguheziye serkeftineke nefsbiçûk, ji dilê meriv diniqute. Tu destpêkek e û mizgîniya xurtbûna berhemên li pey xwe dide me.\u003cbr\u003e\u003cbr\u003eÜrün Adı: Tu\u003cbr\u003eÜrün Kodu: 9786057728814\u003cbr\u003eYazar: Mehmed Uzun\u003cbr\u003eBasım Yılı: 2021\u003cbr\u003eKapak Türü: Karton Kapak\u003cbr\u003eSayfa Sayısı: 211\u003cbr\u003eKağıt Cinsi: Kitap Kağıdı\u003cbr\u003eÇevirmen:","brand":"Sel Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":46609850073142,"sku":"9786057728814","price":5.46,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0752\/9762\/0022\/files\/9786057728814.jpg?v=1781722527","url":"https:\/\/www.booksiblings.com\/products\/tu","provider":"booksiblings.com","version":"1.0","type":"link"}