{"product_id":"hawara-dicleye-ii","title":"Hawara Dîcleye II","description":"Dengê jibîrbûyiyan, di vî beşê duwemîn ê romanê de jî tê vegotin. Vebêjê romanê wekî ava çemê dîcleyê bê west û rawest her diherike, dibe dengê dîroka nêzîk û kevneşopiyên ewçend qehîm û kevnare yên navçeyê û însanê wê serdemê. Qehreman û vebêjê romanê, Biroyê Dirêj bi sebra Eyûb Pêxember, serpêhatî û serbûriyên jiyana xwe yek bi yek bêyî ku bêhna xwe teng bike ji xortên dilovan ên hawîrdor re vedibêje. Riyên jiyana Mîr Bedirxan; dûr, dirêj û dijwartir dibin. Piştî serhildana Mîr û şerê mezin ê Osmaniyan, Mîr ji welatê Cizîra Botan; bi tevî nas, xizm, jin, cariye, yawer, zarok, nevî û nêzên xwe ji welêt tê nefîkirin. Pêşî Stembol û girava Girîdê dibe warê wî, bi dû re jî bajarê miqedes ê îslamiyetê Şam. Sirgûn dibe qedera wî. \u003cbr\u003e\u003cbr\u003eBerdewamiya Hawara Dîcleyê, bi mirin, qîrîn, hawar, sirgûnbûn, çîke-çîka şûrên şûrbazan û dengê bilind ê bêdengiya Estera Keldan, ku di dil û mêjiyê Biroyê Dengbêj de her olan dide, didome û bi vê gotina ku êdî bûye klasîk ''We xwest, min jî got û ji îro pê ve êdî hûn ê bibêjin, pêşî ji kesên ku li serpêhatiya min meraq dikirin, paşê jî ji der û dorên xwe re. De niha qendîlê bitefînin û êdî herin,'' bi dawî dibe.\u003cbr\u003e\u003cbr\u003e\u003cbr\u003e\u003cbr\u003eÜrün Adı: Hawara Dîcleye II\u003cbr\u003eÜrün Kodu: 9786057728852\u003cbr\u003eYazar: Mehmed Uzun\u003cbr\u003eBasım Yılı: 2021\u003cbr\u003eKapak Türü: Karton Kapak\u003cbr\u003eSayfa Sayısı: 376\u003cbr\u003eKağıt Cinsi: Kitap Kağıdı\u003cbr\u003eÇevirmen:","brand":"Sel Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":46423374495798,"sku":"9786057728852","price":7.56,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0752\/9762\/0022\/files\/9786057728852.jpg?v=1779741640","url":"https:\/\/www.booksiblings.com\/products\/hawara-dicleye-ii","provider":"booksiblings.com","version":"1.0","type":"link"}