{"product_id":"antolojiya-edebiyata-kurdi-i","title":"Antolojiya Edebiyata Kurdî - I","description":"Heke meriv rewşa zimanê kurdî ya sedsala bîstemîn bîne ber çavan; hingê meriv dibîne û têdigihe ku pêrgî gelekî astengî, qedexe û zordariyê hatiye, tevî vê yekê jî meriv lê dinihêre ku nivîskar û şahîrên kurdî, di her şert û mercî de, bêrawest, di nava geremol û dijwarî; di bin gef û tehdîdên hewçend giran yên serdestan de her berhem afiandine û her weha nîşan dane ku zimanê kurdî bi qîma xwe tê û ew ne kêmî zimanên cîran û biyanan e. \u003cbr\u003e\u003cbr\u003eUzun, di destpêka sirgûniya xwe de, wextê ku yek ji gerînendeyên kovara Kurdistan Pressê ye, hewcedarî bi lihevkomkirina nivîskarên kurd yên her parçeyî û bi danasîna wan, berhem û xebatên wan yên edebî aniye û dest bi xebatê kiriye. Her ku çûye ev xebata danasînê qulipiye ser fikreke kûr û qehîmtir. Piştî tevlibûna xebata çend salên din, ev antolojî hatiye pê. Ev xebata dûr û dirêj, di tarîxa nêz ya Edebiyata Kurdî de, gav û tevgereke gelekî berbiçavtirîn e, ji bo ziman û edebiyateke kevnare dikare bibe hereketeke gelekî nû û nûjen.\u003cbr\u003e\u003cbr\u003eAntolojiya Edebiyata Kurdî, ne bi tenê berhemên nivîskar û şahîrên kurd dide nasîn, her weha ew bi her awayî pirekê di navbera nivîskar, şahîr û xwendeyên kurd de ava dike û wan her nêzîkê hevûdu dike.\u003cbr\u003e\u003cbr\u003e\u003cbr\u003eÜrün Adı: Antolojiya Edebiyata Kurdî - I\u003cbr\u003eÜrün Kodu: 9786257370516\u003cbr\u003eYazar: Mehmed Uzun\u003cbr\u003eBasım Yılı: 2021\u003cbr\u003eKapak Türü: Karton Kapak\u003cbr\u003eSayfa Sayısı: 415\u003cbr\u003eKağıt Cinsi: 2. Hamur\u003cbr\u003eÇevirmen:","brand":"Sel Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":46424036081718,"sku":"9786257370516","price":6.3,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0752\/9762\/0022\/files\/9786257370516.jpg?v=1779748975","url":"https:\/\/www.booksiblings.com\/products\/antolojiya-edebiyata-kurdi-i","provider":"booksiblings.com","version":"1.0","type":"link"}